Guidance

Metirsiyên koçberiya neqanûnî bo Brîtanyayê (UK)

Zanyarî ji bo koçberan ser metirsî û rastiyên rêwîtiya bo Brîtanyayê (UK) bi rêyên xeternak an neqanûnî, û dewsgirên ewle û qanûnî.

Pêşgotin

Qaçaxçî pir caran ji koçberan re dibêjin ku rêwîtiya bo Brîtanyayê dê ewle û hêsan be. Di rastiyê da ev rêwîtî mirovan dixe metirsiya cidî ya birîndarbûn, destdirêjî û îstismarê. Rêwîtî ne tenê biha ye, lê xeternak e jî. Mêr, jin û zarok di qayîqên piçûk de yan jî xwe di kamyonan de veşartine hewil dane bigihêjin bo Brîtanyayêû mirine.

Koçber pir caran bi zorê dikevin rewşên ku gelekî xeternak in. Qaçaxçiyên mirovan:

  • Qaçaxçiyên mirovan pir caran erzantirîn qayîqên ku dikarin peyda bikin bi kar tînin, ku ji avên xeternak re ne guncaw in
  • wan pir tijî dikin û êlegên
  • filitanê yên ewle nadin wan û
  • Kamyon û kontayneran bi mirovan tijî dikin, pirrandina mirovan di şert û mercên teng, sirr û serma û hewayê fetisî ku xeterek li dijî jiyanê ye, bar dikin

Ev di her rêwîtiyê de jiyana koçberan dixe metirsiyeke ciddî.

Jiyana xwe nexe ber metirsiyê. Neqanûnî rêwîtî neke.

Xeterên rêwîtiya neqanûnî bi qeyiq yan kamyonê bo Brîtanyayê

Gelek kesên - di nav de zarok jî - ku hewil dane bi qeyiqeke piçûk an bi kamyonê biçin bo Brîtanyayê mirine yan jî bi giranî birîndar bûne.

Xetereyên rêwîtiya bo Brîtanyayê di qeyiqeke piçûk de ev in:

  • şert û mercên deryayê zû diguherin - dema ku ev çê dibe qeyiqa we dikare wergere yan binav bibe

  • Hûn dikarin bikevin deryayê û bixeniqin - ev dikare di çend deqeyan de rû bide çimku av pir sar e

  • qeyiqa we di dema rêwîtiyê de dikare bişikê - qeyiqên ku qaçaxçî didin we, pir caran ji bo rêwîtiya dirêj ne guncaw in

  • qeyiqeke mezintir dikare li qeyiqa we bide - deryaya li navbera Ingilîstan û Fransayê qada herî qerebalix a barkêşiya cîhanê ye

Xetereyên rêwîtiya bo Brîtanyayê bi rêya xwe-veşartina di kamyonekê de ev in:

  • dema hûn hewl didin hilkişin ser wesayiteke di hereketê de, dibe ku ser we re derbas bibe

  • Di nava wesayiteke sardankê de metirsiya cemidîna we heye

  • Hûn dikarin di konteynir an kamyoneke dergirtî de bi hêsanî bifetisin

  • dibe ku bi tiştên ku ser we bikevin birîndar bibin

  • hûn dikarin bikevin ser rê yan di binê kamyonê de

Xetereyên qaçaxçiyên mirovan

Kesên ku rêwîtiya we amade dikin pir caran beşeke çeteyên sûcên rêxistinkirî ne û dibe ku we neçar bikin bikevin rewşên xeternak da ku deynê xwe bidin wan.

Berovajî tiştên ku qaçaxçî dibe ku ji we ra bibêjin, eger hûn bi awayê neqanûnî derbasî Brîtanyayê bibin, we yê îzna karkirin an bidestxistina derhatê tinebe. Mimkin e hûn di kolanan de razên, neçar bibin parsê bikin û dirêv bidin qaçaxçiyan, an jî bi zorê bibin kole.

Dibe ku kardêrên sûcdar kar bidin we lê meaş nedin yan jî meaşekî kêm bidin we û ji we bixwazin di şert û mercên xeternak de bixebitin. Ew dikarin ji bo rêwîtiyê û rûniştina neguncaw gelek dirav wergirin.

Palpiştiya li qaçaxçiyan dikare bi vê wateyê be ku:

  • em pereyekî zêdetir deyndarê sûcdaran in we ji hêla darayî va berziyan dike û bi şêwazên ku komên çete ji bo standina derhata wek wan bi kar tînin, dikevin ber neçêbikaranîn û keysbaziyê.
  • nikaribin ji malbata xwe re dirêv bişînin malê
  • bibin beşeke torê sûcê ya xeternak - xwe û malbata xwe bixin metirsiyê

Eger hûn ji welatekî ewleh bigihêjin bo Brîtanyayê çi dibe

Eger hûn bi ewlehî bigihîjin Brîtanyayê, dibe ku hûn nikaribin li welêt bimînin. Eger hûn hewil bidin bi rêya welatekî ewle ve bigihîjin Brîtanyayê, û hûn doza penaberiyê bikin, dibe ku ev neyê lênêrîn.

Pêvajoya penaberiyê ya Brîtanyayê li gorî pêvajoyên din ên penaberiyê yên Ewropî tu serpişkiyê nade û divê hûn her gav li yekem welatê ewleh ku digihîjin daxwaza penaberiyê bikin.

Eger hûn wê li Brîtanyayê bikin, dibe ku rastî ji ya ku hûn hêvî dikin cuda bin, wek mînak:

  • Penaxwaz tenê eger ku doza wan 12 mehan an jî zêdetir kişandibe, ku sûcê wan bixwe nebe, dikarin li Brîtanyayê bixebitin. Eger hûn dikarin bixebitin, karên ku dikarin bikin dê sînordar bibin bi karên ser Shortage Occupation List (Lîsteya Karên Kêmbûnê).

  • Karkirin li Ingilîstanê bêyî maf sûc e û koçberên bi qaçaxî dixebitin heta 6 mehan dikarin werin zîndanîkirin. Eger kesek bizane an sedemeke maqûl hebe ku bawer bike ku kesek neqanûnî dixebite, meaş ji xebata neqanûnî wekî dahata sûc dikare were girtin.

  • Eger were dîtin ku kardêr kesekî bi neqanûnî dixebitîne, dibe ku karsaz were cezakirin an jî were darizandin.

  • Tenê kesên xwedî statûya koçberiya qanûnî dikarin xaniyên taybet kirê bikin. Ji xwedan milk û karbidestan re ku bi zanebûn milkê xwe bidin koçberekî neqanûnî ev tawaneke sûcdar e.

  • Koçberên neqanûnî li Brîtanyayê nikarin xwe bigihînin yarmetiya pereyan a giştî. Xercê kesên bi statûya koçberiya neqanûnî jî dikare were dayîn eger dema ku li Brîtanyayê ne hewceyê dermankirina nexweşxaneyê yan lênihêrîna tenduristiyê ya duyemîn bin. Di heman demê de diravdan ji bo dermankirina bijîşkî dikare bibe sedema redkirina daxwazên pirtir ên koçberiyê.

  • Karbarên din, wekî hebûna hesabên bankê û ajonameyê jî bo kesên ku bi neqanûnî li Brîtanyayê ne tên sînordarkirin.

Pêşnumaya Koçberiya Neqanûnî

Dewlet qanûnê diguherîne da kesên ku bi awayê neqanûnî derbasî Brîtanyayê dibin nekarin li wir bimînin û li dewsa wê ew tên desteserkirin û bo welatê xwe an welatekî sêyem ê ewleh tên veguhestin.

Pêşnumaya nû ya Koçberiya Neqanûnî wêdabirina kesên ku mafê xwe yê hebûna li Brîtanyayê tinene dilezîne û kesên ku rêbazên nû yên koledariyê bi kar tînin, serkut dike.

Veguhestina bo Rwandayê

Ji 1ê Çileya 2022an, eger hûn rêwîtiyeke neqanûnî ber bi Brîtanyayê ve bikin û ji welatekî ewleh re derbas bûbin an pêwendiya we bi welatekî ewleh re hebe hûn ê ji bo veguhestina bo Rwandayê werin hesibandin.

Kesên ku bo Rwandayê hatine veguhestin doza wan a penaberiyê dê li wir were kirin. Rwanda dê berpirsiyariya bi tevahî ji bo wan hebe.

Kesên ku daxwazên wan ên parastinê tên redkirin, şansê wan ê mayîna li Rwandayê dê were pêşkêşkirin an jî vegerin welatê xwe - piştî ku daxwazên wan ji hêla Rwandayê ve hat biryardan ew ê venegerin Brîtanyayê.

Hejmara sînodar ji bo kesên ku dikarin ji bo Rwandayê werin veguhestin tuneye.

Ceza û hukmên girtîgehê

Brîtanyayê ji bo kesên ku bi awayê neqanûnî tên Brîtanyayê, cezayan tundtir kiriye û cezayên nû yên sûcê dane nasandin. Ev yek sûc e ku meriv bi zanebûn tê Brîtanyayê bêyî ku destûrnameyeke derbasdar a têketinê hebe gava kesek hewce bike. Eger hûn bi neqanûnî bigihîjin dibe ku heta 4 salan cezayê girtîgehê li we were birîn û we bibin welatekî ewleh.

Eger hûn dema alîkariya qaçaxçiyên mirovan werin girtin, wekî mînak bi ajotina qeyiqê yan jî alîkariya kesên din ku dirav bidin qaçaxçiyan, wê hingê hikûmeta Brîtanyayê dikare li dijî we kiryarên sûcê bike. Hûn dikarin biçin girtîgehê berî ku we bibin welatekî ewle.

Hikûmeta Brîtanyayê ji bo qaçaxçiyên mirovan cezayên herî giran ên hepsa hetahetayê daniye. Bi ewleh û nenas sûcê koçberiyê, tevî qaçaxçiyên mirovan rapor bikin.

Dewletên Berîtanya û Ewropî çawa bi hev re dixebitin da ku rêwîtiyên neqanûnî ber bi Brîtanyayê rawestînin

Brîtanya ji nêz ve bi dewletên Ferensa û Belçîkayê re kar dike da ku her tiştî bike ji bo rawestandina koçberên neqanûnî berî ku ew bigihêjin Brîtanyayê. Di sala 2022an da rayedarên Fransa û Brîtanyayê ji nlêzik va 33,000 hewldan ji bo rêwîtiya neqanûnî bo Brîtanyayê asteng kirin, hema bêje sedî 40 zêdetir ji sala 2021ê.

Hin awayên ku dewlet hewil didin ku rêwîtiyên neqanûnî ber bi Brîtanyayê rawestînin li jêr tên wesifkirin.

  • Pêşketin di çavdêriyê da û xurtkirina hevkariya istixbaratî ji bo zêdekirina hewldanan bona pêkanîna nakokiyê li hatûçûnê û pêşîgirtin li wê.

  • Dewleta Brîtanyayê, polîs û rêxistinên navneteweyî, kesên têkildarî derbasbûna qayîqên biçûk digirin û dozê lê vedikin.
  • Ji dema damezirandina odeya lêzanînan a hevpar a Brîtanya û Franayê va di Tîrmeha 2020î va, Brîtanya û Fransayê 76 komên sûcên rêxistinkirî hilweşandine û zêdetirî 500 kes hatine girtin.
  • Ji destpêka sala 2022an va, lêkolînên dewleta Brîtanyayê bûye sebeba mehkûmbûna zêdetirî 179 sûcên koçberiyê ku bi giştî derdroa 170 sal ceza hatiye birrîn.
  • Ji sala 2020î va, 779 mehkûmiyet ji bo sûcên koçberiyê hebûne ku bi giştî bûye sebeb zêdetirî 900 sal zindan wek ceza were birrîn.
  • Ji sala 2020î va, lêkolînên dewleta Brîtanyayê bûne sebeb 340 mehkûmiyet têkildarî dosyeyên qaçaxçîtiya mirovan pêk bên. Ev pêkhatî ji 130 mehkûmiyetên têkildarî qayîqên biçûk û 210 mehkûmiyet ji bo veguhestina koçberan bi wesayîtên hatûçûnê ye.
  • Karbidestên sînorî yên Brîtanya û Fransayê beriya ku kamyon bigihêjin Brîtanyayê li hemî nuqteyên kontrolê yên Yekîtiya Ewropî lê digerin û kontrol dikin. Karbidest kûçikan, çavdêr û skenêran bi kar tînin ku dikarin mirovên di hundirê kamyonan de nefesê dikişînin tespît bikin.
  • Brîtanya, Fransa û Belçîka teknolojiyeke wekî drone parve dikin da ku mirovên ku hewl didin biçin bo Brîtanyayê tespît bikin.
  • Di lihevkirineke nû navbera Brîtanya û Fransayê da, hejmara memûrên geşt û gerrê li perravên bakurê Fransayê heta sedî 40 hatine zêdekirin zêdekirina têderxistina berwext û nakokîderxistin di rêwîtiyên neqanûnî bo Brîtanyayê.
  • Rêzikên nû ji Qanûna me ya Netewetî û Sînoran bûye sebeba mehkûmiyeta zêdetirî 184 kesan bi 115 salan şopandina qanûnî.

Ji bilî vêya, Serokwezîrê Brîtanyayê û Serokwezîrê Albanyayê, birêz Edi Rama, vê dawiyê li hev kirin da ku hevkariya di sê warên sereke yên hevpar bi lêhûrbûna sereke li ser têkoşîna dijî sûcên rêxistinkirî û Koçberiya Neqanûnî pêk bînin.

Rêyên ewleh û qanûnî ji bo gihîştina bo Brîtanyayê

Çendîn rêyên ewleh û qanûnî ji bo têkevina nav Brîtanyayê hene. Qaçaxçiyên mirovan nikarin ewlehiya we misoger bikin an jî destûr bidin ku hûn li Brîtanyayê bimînin. Li jêr ser vebijêrkên dewsgir ên ewlehtir agahdar bibin.

Divê hûn her gav li yekem welatê ewleh ku digihîjin mafê penaberiyê bixwazin. Ji bo zanyariyên ser çawaniya kirina vê yekê divê hûn bi rayedarên welatê ku hûn lê ne re têkilî bikin.

Rêyên ewleh û qanûnî yên ku têkevina nav Brîtanyayê ev in:

Serlêdana vîzeya Brîtanyayê bikin

  • Serlêdana vîzeyê bikin eger hûn dixwazin werin Brîtanyayê da ku bixebitin, bixwînin an bi malbatê re bimînin.

  • Li gorî şert û mercên xwe vîzeyên cuda hene ku hûn dikarin serî lê bidin.

Plana Jinûve-Bicihkirinê ya Brîtanyayê û Plana Jinûve-Bicihkirina Destûrî

  • Li gorî UK Resettlement Scheme (Plana Jinûve-Bicihkirinê ya Brîtanyayê), Brîtanya dê berdewam bike ku rêyeke ewleh û qanûnî pêşkêşî penaberên xizan bike yên ku hewceyî parastinê ne.

  • Mandate Resettlement Scheme (Plana Jinûve-Bicihkirina Destûrî) pêşnûmayeke cîhanî ya piçûktir e ku penaberên ku endameke malbata wan a nêzîk li Brîtanyayê heye ku amade ye wan bihewîne bi cih dike.

  • Hûn nikarin ji bo Jinûve-Bicihkirina li Brîtanyayê serî li hukûmeta PY bidin. Pêdivî ye ku bo niştecîbûnê hûn ji hêla UNHCR (the UN Refugee Agency) [Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî] ve hatibin nirxandin.

  • Ji bo zanyariyên ji bo penaber, penahxwaz û kesên bêwelat serdana malpera UNHCR bikin.

Refugee Family Reunion (Hevgihîştina Malbata Penaberan)

  • Ji bilî pêşnûmayên me yên Jinûve-Bicihkirina penaberan, Brîtanyayê di 5 salên dawî de zêdetirî 29,000 vîzeyên Refugee Family Reunion (Hevgihîştina Malbata Penaberan) daye.

  • Eger hûn ji hevjînê/a xwe an dayîk û bavên xwe veqetiyane dema ku hûn neçar mane ku welatê xwe biterikînin, dibe ku serlêdana gihîştina wan li Brîtanyayê bikin.

Afghan Relocations and Assistance Policy (Siyaseta Veguhestin û Alîkariya Efxanan)

Afghan Citizens Resettlement Scheme (Pêşnûmeya Jinûve-Bicihkirina Welatiyên Efxanî)

Di pêşnûmeyê de endamên civaka sivîl ên Efxanî yên ku piştgirî dan hewldana Brîtanya û civaka navneteweyî ya li Efxanîstanê, û mirovên xizan, di nav de jin, keç û endamên komên kêmar yên di metirsiyê de ne, dikevin pêş.

Hûn nikarin rasterast serlêdana ji bo pêşnûmeyê bikin, ew bi pêvajoyeke lêvegerê ve tê rêvebirin. Zanyariyên zêdetir ser rûpela rênîşana Afghan Citizens Resettlement Scheme (Pêşnûmeya Jinûve-Bicihkirina Welatiyên Efxanî) heye.

Eger hûn ji Ukraynê ne, biçin bo Brîtanyayê

Brîtanyayê di dîroka xwe de yek ji bileztirîn û mezintirîn pêşnûmeyên vîzeyê da destpêkirin da ku piştgirî bide mirovên ku ji pevçûna li Ukraynê direvin. Berî ku hûn rêwîtiyê bikin, pêdivî ye hûn ji bo destûra têketina Brîtanyayê serlêdan onlayn bikin.

Eger hûn hemwelatiyekî/e ukraynî ne û malbata we li Brîtanyayê bi cih bûye, hûn dikarin ji bo vîzeya Ukraine Family Scheme (Pêşnûmeya Malbata Ukraynayê) belaş serlêdan bikin.

Eger hûn hemwelatiyekî/e ukraynî ne, lê malbata we li Brîtanyayê niştecîh nebûye, ji bo vîzeya di binê Pêşnûmeya Yarmetiya Ukraynê de (ku wekî ‘Homes for Ukraine (Malên bi Ukraynayê)’ jî tê zanîn) serlêdana belaş bikin.

Published 17 June 2022
Last updated 27 November 2023 + show all updates
  1. Added information about the Illegal Migration Bill and more details on how the UK is working with European governments to stop illegal journeys.

  2. Updated section under 'How UK and European governments are working together to stop illegal journeys to the UK' as statistics were outdated.

  3. First published.