Guidance

Notice of rights and entitlements Kurdish Kurmanji (PACE Code C) (accessible version)

Updated 11 March 2019

Mafên xwe di maweya destbiserbûnê de ji bîr nekin

Mafên qeydkirî di nava vê Belavok ê de li gorî qanûna Inglîz û Wêls ji bo we hatine misoger kirin û bi Fermana 2012/13 Yekîtiya Ewropayê  di warê mafê ragehandina di dozgeriyên cezayî de bicih dibe.

Mafê we di binkeya polîsî di vê rûpelê de bi kurtasî hatiye destnîşan kirin.

Agahiyên bêtir li ser gotarên 1 heta 11 di rûpelên din de hatiye destnîşan kirin. hûragahiyan tam dikarin di Rêznameya C ya polîsî de bibînin.

  1. Eger di maweya amadebûna di binkeya polîsî de pêwîstiya we bi polîsî hebe, mijarê ji polîsî re rabigehînin. Ev kare belaş e.
  2. Eger dixwazin kesekî ji cihê xwe agadar bikin, polîsî li ser vê mijarê agahdar bikin. Ev kare belaş e.
  3. Eger bixwazin dikarin zagonên polîsî, – ku bi navê Rêzname tête naskirin, ji wan bixwazin.
  4. Polîs derbarê hewcedarîya ji doktorî re agahdar bikin. Nexweşî an birîndariya xwe ya gengazî ji polîsî re ragehînin. Xizmetên bijîşkî belaş e.
  5. Eger ji we derbarê tawanbariya di pêkanîn sûcê de pirs hate kirin, dibe hûn bizanibin ku bersiv dana van pirsan ne pêwîst e. Helbet, eger di dema lêpirsînê, dev ji destnîşan kirina tiştên ku qirare di pêşerojê de wan wek şahidiyek bikar bînin, berdin, pêvajoya parastina we gengaze asteng bibe. Gotinên we gengaze wek belge bêne bikaranîn.
  6. Dibe ku polîs we ji tawanbariyê û sedema destbiserbûnê û heps kirina we agahdar bike.
  7. Dibe ku polîs ji we an parêzera/ê we rê bide ku dosye û belgeyên têkildarî destbiserbûn û heps kirina û maweya mayîna we di bikeya polîsî de bibînin.
  8. Eger we pêwîstî bi wergêr hebe, dibe ku polîs ji we re wergêrekî pêşkêş bike. Hûn dikarin belgeyên pêwîst daxwaz bikin. Ev kare belaş e
  9. Eger hûn ne xelkê Birîtanî ne û dixwazin gel balyozxaneya an konsulxaneya xwe pêwendiyê bigirin, yan jî wan liser girtina xwe agadar bikin, ev mijarê ji polîsî re ragehînin. Ev kare belaş e.
  10. Dibe polîs ji we bêje ka hûnê çiqas di girtîgehê de bimînin.
  11. Eger hûn tawanbar bin û dosyeya we ji dadgehê re bête şandin, hûn an parêzera/ê we dikare belgeyên têkildar berî civîna dadgehê bibîne.

Pirsên xwe li ser ev mafane dikarin ji efserê destbiserkerê polîsî yê girtîgehê bipirsin

Ji bo agahdariya bêtir li ser pêwîstiyên polîsî di warê tevgera bi we û lênêrîna we, serdana rûpelên paş beşa kurtasiyê bikin.

Ev guhertoya ji Belavoka Mafan û Berpirsiyan ji 1 ê Desembera 2018 an ve, nirxdar tê hesibandin

Vê agahdarîyê ragirin û bilez bixwînin. Bi alîkariya wan dikarin biryarên baştir di maweya beşdar bûna di binkeya polîsî de bigirin.

1. Bikaranîna parêzerî

  • Parêzer dikare derbarê babetên qanûnî de, şêwirê pêşkêşî we bike.
  • Daxwaz kirina parêzerî nayê wê wateyê ku hûn tûşî tawanê bûne.
  • Dibe Efserê Destbiserkerê Polîsî ji we bipirse ka pêwîstiya we bi şêwira hiqûqî heye yan na. Ev kare belaş e.
  • Dibe polîs rê bide we ku di herdemê ji amadebûna we di binkeya polîsî de, roja an şevê, bi parêzerê xwe re têkilî bikin.
  • Eger hûn şêwira hiqûqî daxwaz dikin, polîs bi piranî destûr tune ye ku beriya hevdîtina bi parêzerî, lêpirsînê ji we bike. Dikarin daxwaz bikin ku parêzer di odeya lêpirsîna polîsî de amade bibe.
  • Eger hûn ji polîsî re bêjin ku şêwira hiqûqî ne hewce ye, lê paşê biryar xwe biguherin, dibe hûn ji Efserê Destbiserkerê Polîsî daxwaz bikin ku têkiliya we bi parêzerî re pêk bîne.
  • Eger parêzger serdana binkeya polîsî neke an jî we re têkilî neke, yan jî axavtina bi parêzerî dubare pêwîst be, dibe ku hûn ji polîsî re bixwazin ku dîsa bi parêzerî re têkilî bike.

Şêwira zagonî ya belaş derbarê pirsgirêkên bi girîngiya kêmtir :

  • Di hin pirsgirêkên bi girîngiya kêmtir, şêwira hiqûqî ya belaş ji wergirtina şêwira telefonî ji şêwirmendê destûrdar Criminal Defence Service (CDS) Direct re tête sînordar kirin. Helbet di hin rewşan de, hebûna parêzerî di binkeya polîsî de pêwîst e, sistisnayên kêm tên sepandin. Ji bo nimûne, gava ku :
    • Polîsa bixwaze li ser sûcê lêpirsînek ji we bike yan pêvajoya naskirina şahidiyê berçav, pêk bîne.
    • We pêdivî bi alîkariya mezinsalê jêhatî hebe. Serdana beşa Kesên hewcedarê alîkariyê bikin.
    • Îmkana pêkanîna têkiliya telefonî tune be, yan
    • Ji çalakiyên nebaş ê polîsî gilî bikin.

Dema ku şêwira hiqûqî ya belaş ji wergirtina şêwira telefonî ji CDS Direct ê re nayê sînordar kirin:

  • Hûn dikarin daxwaza bikin ku bi parêzerekî nasyar re biaxivin. Dayîna pere ji bo şêwira hiqûqî ne hewce ye. Eger we parêzerek nasyar tune ye, yan ev parêzer neberdest e, hûn dikarin bi Parêzera/ê Berpirsyar re biaxivin. Ev e belaş e.
  • Parêzera/ê Berpirsyar ti têkildariyek bi polîsî re tune ye.

Ji bo pêşkêş kirina şêwira hiqûqî ya belaş:

  • Polîs bi Navenda Têkiliya Parêzerî ( DSCC ) re têkilî dike. DSCC piştrast dike ku ji parêzera/ê bijartî yan ji Parêzera/ê Berpirsyar, şêwira hiqûqî werdigirin..
  • DSCC û CDS Direct xizmetên serbixwe ne ku berpirsiyariya dabîn kirina şêwira hiqûqî ya belaş li ser milê wan e û bi polîs re ti têkilî nînin.

Eger hûn dixwazin ku bi xwe xercê şêwira hiqûqî bidin:

  • Hûn hertim dikarin, eger hez bikin, bi xwe xercê şêwira hiqûqî pêşkêş bikin.
  • Eger şêwira hiqûqî ya belaş ji wergirtina şêwira telefonî ji CDS Direct re hatibe sînordar kirin, dîsan jî eger hûn bixwazin hûn dikarin telefonî bi parêzerê bijartî yê xwe re biaxivin, lê xercê şêwira hiqûqî ji wan re nayê dayîn û gengaze ev xercê, heqdestên xwe ji we daxwaz bikin. DSCC ji aliyê we tê bi parêzera/ê we re têkilî bike.
  • Hûn dikarin bi kesane yan telefonî bi parêzera/ê xwe yê bijartî re biaxivin <1 } an jî parêzer gengaze bixwaz ku di girtîgehê de b we re hevdîtin bike.
  • Eger parêzera/ê bijartî neberdest be, polîs hê jî dikare bi DSCC re têkilî bike û piştrast bike ku ji Parêzera/ê Berpirsyar şêwira hiqûqî ya belaş bistînin.

2. Ragehandina amadebûna di girtîgeha polîsî ji kesên din re

  • Hûn dikarin ji polîsî daxwaz bikin ku bi kesên ku dibe ji amadebûna we di binkeya polîsî de agadar bibin, têkiliyê bike. Ev kare belaş e.
  • Ew di şûn de tê bi kesê hilbijartinî re têkilî bikin.

3. Dîtina Rêzname yê

  • Rêzname set of qaîdeyên ku ji mana xwe di bin çavan de jī li polîsan çi ew dikarin çi bikin û dibe çi ne. Di nava Rêzname yê de hûragahiyên mafên kurtasî di vê Belavokê de, heye.
  • Polîs tê derfeta xwendina Rêzname pêşkêş we bike, lê eger ku pêşî li lêpirsîna polîsî liser tawanbarîya we bigre hûn nikarin ev karî bikin.
  • Eger hûn bixwazin Rêzname yê bixwînin, dibe ku bi Efserê Destbiserkerê Polîsî re têkilî bikin.

4. Bikaranîna xizmetên bijîşkî di rewşa nexweşî an birîndarî yê de

  • Polîs li ser nexweşî, birîndarî, an hewcedariya ji dermankirinê re agahdar bikin. Ew dikarin bi bijîşk, hemşîre, yan pisporên din ê xizmetên tendurustiyê têkiliyê bikin û ev belaş e.
  • Gengaze ku izina bikaranîna dermanî ji we re were dayîn{ 1>, lê di pêşîyê de polîs dibe kontrol bike. Bi piranî destpêkê hemşîreyek we dinere, lê eger pêwîst bike, polîs doktorek ji bo tedawiya we bang dike. Hûn dikarin doktorekî din, lê li ser hesaba xwe, bixwazin.

5. Mafê Bêdeng mayinê

Eger ji we derbarê tawanbariya di pêkanîn sûcê de pirs hate kirin, dibe hûn bizanibin ku bersiv dana van pirsan ne pêwîst e.

Helbet, eger di dema lêpirsînê, dev ji destnîşan kirina tiştên ku qirare di pêşerojê de wan wek şahidiyek bikar bînin, berdin, pêvajoya parastina we gengaze asteng bibe.

Gotinên we gengaze wek belge bêne bikaranîn.

6. Agahdarî ji tawanbariya pêkanîn sûcê û zanîna sedemên girtin û destbiserkirinê

  • Dibe ku polîs we ji cewhera tawanbariyê agahdar bike. Ev yeke dem û cihê gengazî yê pêkanîna sûcê jî jiber digire.
  • Dibe ku polîs ji were bêje ku çima we tawanbar dizane û çima hûn hatine destbiser kirin.
  • Li binkeya polîsî de, dibe ku rayedar ji we re bêjin ka çima destbiserkirina we li gorî wan, hewce ye.
  • Berî lêpirsîna we derbarê tawanbariya tevlêbûna di çalakiyên terorê, polîs dibe Agahiyên kêrhatî li ser tawanên we ji we bixwe yan parêzera/ê we pêşkêş bike, da ku bikarin bêyî asteng kirina pêvajoya lêkolîna polîsî, ji xwe biparêzin.
  • Ev esase derbarê her tawana ku polîs we tawanbar nas dike, rast e.

7. Dîtina dosye û belgeyên peywendîdarî girtin û destbiseriyê

  • Di dema destbiserkirina di binkeya polîsî de, karbidestên polîsî dibe:
    • Sedem û pêwîst bûna girtinê û pêwîst bûna girtina we ji aliyê polîsî di dosyeya girtina we de qeyd bike.
    • Derfeta xwendina dosyeyê ji we û parêzera/ê we re pêşkêş bikin. Efserê Destbiserkerê Polîsî tê ev karî cîbecî bike.
  • Ev esase derbarê her tawana ku polîs we tawanbar nas dike, rast e.
  • Polîs dibe piştrast bike ku hûn an jî parêzera/ê we, bikarin belgeyên pêwîst ji bo dijberî kirina bi qanûnîbûna girtin û destbiserkirina xwe bidest bînin.

8. Bikaranîn wergêr û belgeyên taybetî ji bo alîkarî kirina we

  • Eger hûn Inglîzî fêm nakin yan bi ev zimanî napeyvin, polîs tê bi destê kesekî ku zimanê we dizane, alîkarî we bike. Ev kare belaş e.
  • Eger hûn kerr in an tûşî astengiyê di axaftina xwe de nepolîs dê piştrast bike ku wergêrek bi Zimanê Îşaretan Inglîzî alîkarîya we bike. Ev kare belaş e.
  • Eger hûn Inglîzî fêm nakin yan bi ev zimanî napeyvin1>, polîsî tê bi alîkariya wergêrekî ji we re bêje, ka çima hûn hatine girtin. Ev kare dibe hercar ku biryarek ji bo ragirtina we di girtîgehê de derdiçe, pêk were.
  • Piştî hercar ku biryarek ji bo ragirtina we di girtîgehê de derdiçe, û paş tawanbarbûna we ji pêkanîna tawanê, polîs dibe dosyeya we ku di nav de sedema girtin û tawanên we hatine nivîsîn, bi zimanek ku hûn fêhm bikin, pêşkêş bike, xênjî ku sedemên taybetî ji bo redkirina ev karî hebe. Ev pêk tên ji:
    • Eger hûn bizanin ji ber sedema fêhm kirina bûyeran bi temamî û encamên nebûna vê dosyê, we di pêvajoya parastina xwe de pêwîstî bi vê tune ye û derfet bikaranîna parêzerî jo bo şêwirê û biryar girtinê ji we re hatiye dayîn. Di vê rewşê de, dibe hûn bi nivîskî razîbûna xwe ragehînin.
    • Eger wergêra devkî yan amade kirina kurtasiyê bi alîkariya wergerê hevdem di şûna wergera nivîskî ji bo parastina xwe kêrhatî be û hûn bi tevahî bûyerên fêm bikin. Ev karî pêdivî bi destûra efserê destbiserkerî heye.
  • Eger polîs we lêpirsîn bike û civîna lêpirsînê qeyd neke, wergêr tê pirs û bersiva bi zimanê we, belge bike. Berî ku hûn vê belgeyê weke belgeyek rastîn îmze bikin, derfeta xwandina vê tê ji we re were dayîn.
  • Eger hun bixwazin daxuyaniyekî radest polîsan bikin, wergêr tê kopiyek ji vê daxuyaniyê bi zimanê we amade bike da ku hûn piştî xwendinê, vê îmze û erê bikin.
  • Mafê we heye ku guhertoya wergerandî ya vê Belavokê bidest bînin. Eger guhertoya wergerandî berdest nebe, dibe agahî bi rêya wergêrê devkî ji were bêne dayîn, û paşê guhertoya wergerandî bêyî derengî ji we re were dayîn.

9. Têkiliya bi balyozxane an konsulxane yê

Eger hûn ne xelkê Birîtanî ne, dikarin ji polîsî re ragehînin ku hûn dixwazin gel Komisyona Bilind, balyozxaneya an konsulxaneya xwe pêwendiyê bigirin û wan liser cih û sedema girtina xwe agadar bikin. Ew dikarin bi keasne serdana we bikin yan piştrast biken ku parêzerek serdana we bike.

10. Hûnê heta çi maweyekê destbiserkirî bimînin

  • Bi piranî maweya destbiser kirina bêyî sûcdariyê ji 24 saetan zêdetir nabe. Ev deme bi tenê demekê zêde dibe ku dadger sûcê lêkolîn bike û civata dadgeriya dadgehê û Serokê Polîsî an jî ji dadgehê destûra domandina maweya destbiseriyê derxistibe. Piştî 36 Saetan,tenê dadgehê dikare destûra domandina maweya destbiseriyê bêyî sûcdariyê ji polîsî re bide.
  • Carna ofîserek bilind ê polîsî dibe dosyeya we kontrol bikin da ku bibînin ku hewce dike hûn hê jî destbiser bimînin an na. Ji ev karî re venêrîn û ji ofîserê ev karî re ofîserê venêrînêdibêjin. Xênjî ku eger rewşa we nebaş be, we mafê ragehandina nêrîna xwe li ser vê biryarê heye, ragehandina nêrîna bi rewşa nivîskî yan bi rêya axavtina bi ofîserê venêrînê yan pêwendiya televîzyonî, pêk tê. Parêzerê we ev maf heye ku li ser vê biryarê bi şûna we biryar bide.
  • Eger berpirsê venêrînê we serbest bernede, dibe ku sedema vê ji we re were ragihandin û di dosyeya destbiserkirina we de qeyd bibe.
  • Eger destbiserkirina we êdî nehewce be, dibe ku hûn serbest bêne berdan. Eger polîs ji we re ragehîne kulêkolînên derabrê tawanê dibe bidomîn, gengaze ku hûn bi tazmînan bêtazmîn serbest bêne berdan. Eger ku hûn bi tazmîn bên berdan, dibe ku bi rêya daxûyaniyek nivîskî ji we re bête ragehandin kudibe hûn di pêşerojê de vegerin binkeya polîsî û herwisa dibe haya we ji mercên serbest berdana bi tazmîn, hebe.
  • Dema ku polîs bixwaze domandina dema destbiserkirinê ji dadgehê daxwaz dike:
    • Dibe hûn ji bo beşdarbûna di civîna dadgehê ji dadgehê re bêne birin xênjî ku pêwendiyek televîzyonî ava bibe da ku bikarin deng û wêne ya merivan li dadgehê de bibînin û ev bikaribin we bibînin û dengê we bibihîzin.
    • Pêwendiya televîzyonî tenê demekê dikare ava bibe ku efserê çavdêr biryar bide ku ev kêrhatî ye, parêzer derbarê bikaranîna vê, hûn agadar kiribin û we rezamendiya xwe liser ragehandibe.
    • Rûnivîsa agahiyên ku derbarê şahîd û sedemên polîsî ji bo ragirtina we di girtîgehê ji dadgehê re pêşkêş dibin, dibe ku ji we jî bêne pêşkêş kirin.
    • Mafê we heye ku bi parêzerekî di civîna dozgeriya dadgehê de amade bibin.
    • Polîs tenê dikare demekê we di girtîgehê de ragire ku dadgeh vê pêwîst bizane û polîs bi lezgînî û şarezayî dosyeya we lêkolîn bike.
  • Eger polîsî delîlên kêrhatî ji bo şandina we ji dadgehê re hebin, di binkeya polîsî an bi rêya poste ji we re tê ragehandin ku ji bo pêvajoya dadgehê amade bibin.

11. Bidestanîna belgeyan gava ku dosye diçe dadgehê

Eger hûn li ser tawanekî hatine tawanbar kirin, hûn an parêzera/ê we, dibe delîlên li dijî we û belgeyên pêwîst ji bo parastinê, bînin. Ev kare dibe beriya destpêkirina pêvajoya dozgeriyê destpê bike. Polîs û Servîsa Pêçûna Padişehî, berpirsyarin ku ev karî rêkûpêk bikin û derfeta bidest anîna belge û babetên pêwendîdar ji were dabîn bikin.

Xalên din ku dibe liser mayîna di binkeya polîsî de bizanin

Kalîteya tevgera bi we û ragirtina we

Ev xalene ji we re dibêjin ku dibe di binkeya polîsî de li benda çi bisekinin. Ji bo agahiyên zêdetir, serdana Rêzname yê bikin. Di nava vêbelgeyê de lîsteyek heye ku gehîştina we ji agahiyên zêdetir li ser van xalan re hêsantir dike. Pirsên xwe ji Efserê Destbiserkerê Polîsî bipirsin.

Kesên hewcedarî alîkariyê

  • Eger hûn bin temenê 18 salan de an ziyangir bi, ji bo nimûne, tûşî pirsgirêkên hînbûnê an hişmendiyê bibin, tê maf we hebe ku carna di binkeya polîsî de kesekî bi xwe re bînin. Ev kese mezinsalê jêhatiyê we tê binav kirin û guhartoyek ji vê Belavokê werdigire
  • Mezinsalê jêhatiyê we alîkarîya we dike daku bûyeran fêm bikin û berjewendiyên we diparêze. Ev kesedibe dema ku polîs we ji maf û sedema destbiserkirina we di binkeya polîsî de agadara dike, ligel we be. Herwisa dema ku polîs hişyariya xwe ji were dixwîne, dibe kugel we be.
  • Mezinsalê jêhatiyê dikare liser navê we daxwaza parêzerekî bike.
  • Eger hûn bixwazin, hûn dikarin daxwaz ji mezinsalê jêhatiyê xwe bikin ku di maweya axavtina we bi parêzerî re, li derveyî odeyê bimîne.
  • Polîs dikare di dema destbiserbûna we di binkeya polîsî de yek ji çalakiyên jêrîn bike. Ji bilî Sedema taybetî, mezinsalê jêhatiyê we dibe di tevahiya maweya ku polîs van tiştan dike, li gel we be: - Lêpirsîna ji we an ji we daxwaz kirin ji bo imze kirina daxuyaniya nivîskî yan nivîsên polîsî.
    • Jêkirina kincên we yê bin ji bo lêgerîna fîzîkî ya leşê we.
    • Rakirina şopa tiliyan, wêne, nimûneya DNA an jî nimûnên dî yê biyolojîk ji we.
    • Pêkanîna her tiştek ku girêdayî pêvajoya naskirina şahidî be.
  • Mezinsalê jêhatiyê we dibe derfeta alîkariya şexsî yan telefonî ji bo we, gava ku polîs dosyeya we venêrîn dike, hebe, û bibînin, ka domandina destbiseriya we pêwîst e an ne.
  • Mezinsalê jêhatiyê we (eger hebe), dibe di dema ragehandina tawanê ji we re di binkeya polîsî de amade be.

Vergirtina hûragahiyan derbarê destbiserbûna we di binkeya polîsî de

  • Her tiştek ku di binkeya polîsî de tê serê we, dibe bête qeyd kirin. Ji koma ev belgeyane re Dosyeya Destbiseriyê dibêjin.
  • Dema derketina ji bikeya polîsî, hûn an parêzer an mezinsalê jêhatiyê we dikarin rûnivîsek ji ev Dosyeya Destbiseriyê daxwaz bikin. Dibe polîs rûnivîsek ji vê Dosyeya Destbiseriyê bilez ji we re pêşkêş dikin.
  • Heta 12 mehan piştî derketina ji binkeya polîsî jî dikarin rûnivîsek ji vê Dosyeya Destbiseriyê daxwaz bikin.

Pêwendî girtin

  • Li gel hevdîtina bi parêzerî û agadar kirina kesên din ji mijara destbiserbûnê, bi piranî izina peywendîya telefonî jî ji were tê dayîn.
  • Eger tu dixwazî pêwendiya telefonî pêk bînin, hûn dikarin vê yekê ji polîsî re rabigehînin.
  • Herwisa hûn dikarin pel û penûsê daxwaz bikin.
  • Kesên din jî dikarin serdana we bikin, lê, desthilatdarê destbiserkirinê dikare vê izinê nede.

Girtîgeha we

  • Eger gengaz be, dibe hûn di nava girtîgeha kesane de bêne ragirtin.
  • Ev cihe dibe paqij, germ û ronahî be.
  • Nivînê we jî dibe paqij û rêkûpêk bin.
  • Destûra bikaranîna destavxanê û serşokê dibe ji we re bête dayîn.

Cil

Eger cilên we yên kesane ji we bistînin, polîs, dibe cilên din bidin we.

Xwarin û vexwarin

Dibe ji we re 3 dana xwarin bi vexwarin bête dayîn. Di nava danê xwarinê de hûn dikarin vexwarinan bikar bînin.

Werziş

Eger gengaz e, dibe hemû rojan derfeta derketina be hewayê azad ji were pêşkêş bibe.

Di dema lêpirsînê de

  • Ode dibe paqij, germ û ronahî be.
  • Nabe hûn mecbûr bin ku bisekinin.
  • Dibe karbidestên polîsî nav û meqamê xwe ji were ragehînin.
  • Dibe ji we re derfeta bênvedanê bo danê xwarinê û dema bênvedanê ji bo vexwarinê paş nêzî 2 saet lêpirsînê were dayîn.
  • Di maweya destbiserkirinê de, pêwîste ku her 24 saetan 8 saetan ji bo bênvedanê derfeta we hebe.

Pêwîstiyên olî

Di maweya destbiserkirinê de, hûn dikarin emrazên pêwîst ji bo pêkanîna merasîmên olî ji polîsî daxwaz bikin. Eger pêwîst be, ew dikarin pirtûkên olî û tiştên din ji bo we dabîn bikin.

Rewşên ku zagonên normal tên guhertin

Bikaranîna parêzerî

Di hin rewşên taybetî, beriya ku bi parêzera/ê xwe re hevdîtinê bikin, polîs tê bi rewşeke acîl, lêpirsînê ji we bike. Agahiyên li ser ev rewşane di Rêzname yê de hatine pêşkeş kirin. Di Rêzname yê de hatiye diyar kirin ku di maweya destbiserbûna we di binkeya polîsî de, çi çalakî ji bo polîsî destûrdarin û çi qedexe ne. Ji bo agahiyên bêtir, serdana benda 6.6 ji Beşa C ji Rêzname yê bikin.

Di hin rewşên taybetî, polîs nahêle ku hûn bi parêzera/ê bijartî re biaxivin. Di vê rewşê de, dibe derfet bijartina parêzerek din ji we re bête dayîn. Ji bo agahiyên bêtir, serdana Pêveka B ji Beşa C ji Rêzname yê bikin.

Ragehandina amadebûna di girtîgeha polîsî ji kesên din re

Di hin rewşên taybetî, polîs nahêle ku hûn bi kesekî re têkilî bikin Agahiyên li ser ev rewşane di Rêzname yê de hatine pêşkeş kirin. Ji bo agahiyên bêtir, serdana Pêveka B ji Beşa C ji Rêzname yê bikin.

Sûcdariya ajotina wesayîtan bi serxoşî û bikaranîna madeyên hoşber

Eger hûn ji ber sûca ajotina wesayîtan bi serxoşî yan ajotina wesayîtan tevî bikaranîna madeyên hoşber da hatine destbiserkirin, mafê şêwira gel parêzerî ji bo we parastiye. Ev mafe nabe sedem ku hûn bikarin dev ji pêşkêş kirina nimûneya bêhna xwe, xwîn anku mîza xwe ji polîsî re berdin, tevî ku we hêj gel parêzera/ê xwe şêwir nekiribe.

Destbiserkirina ligorî Zagona Saxlemiya Derûnî 1983

Polîs dikare weser esasa Zagona Saxlemiya Derûnî, ji bo lêkolînê di binkeya polîsî de ragire, eger temenê we zêdetir ji 18 salan be, û eger kiryarên we wisa bi rîske beku bikare bibe sedema zirara giran an rîska mirina we yan kesên din, û gengazî di cihek din de gengaziya destbiserkirina we tune be. Destbiserkirina ser esasa Zagona Saxlemiya Derûnî nayê bê vê wateyê ku hûn sûcdarin.

Ev destbiserîye bi vê armancê pêktê ku polîs bikare we tedawî bike û Pisporê Destûrdar û karezayê Saxlemîya Derûnî bikare lêkolîna pêwîst.derbarê we pêk bîne aêkolîna we dibe di navbera24 saetna ji dema hatina we, yan destbiserbûna di binkeya polîsî de pêk were, lê polîs hewl dide ku ev kare zûtir pêk were. Di binkeya polîsî de maweya destbiserkirinê 24- saetan ji bo lêkolînê dikare heta 12 saetên din li gorî gotina bijîşk û erêkirina efserê bilind ê polîsî, bidome. Di vê demê da, polîs gengaze we ji cihekî baştir re veguheze ji bo pêkhatina derfeta lêkolînê.

Di dema libendê mayîna ji bo lêkolînê polîs gengaze rewşekê pêk bîne ku Pisporên Destûrdarê Xizmetên Dermanî, we tedawî bike. Ew kese nikare we lêkolîn bike, lê pirsgirêkên gengaziyê din lêkolîn dike û pêvajoya lêkolînê ji we re şirove dike.

Serdarên Serbixwe yê Girtîgehê

Hin kesên di civakê da destûr hene ku nişkave serdana binkeya polîsî bikin. Ev kesane ku serdêrên serbixwe yê girtîgehê têne binav kirin, xêrxwazane hewl didin ku ji başbûna rewşa kesên hatin destbiserkirin û berdestbûna mafên wan ji wan re, piştrast bibin.

Hûn nikarin ji bo dîtina serdêrên serbixwe yê girtîgehê daxwazê pêşkşê bikin yan ji wan bixwazin ku serdana we bikin, lê her yek ji wan dikare daxwaza dîtina we bike. Eger serdêrên serbixwe yê girtîgehê di maweya destbiserbûnê de seredana we biken, bi awayekî serbixwe ji polîsî lêkolîn dikin ka refah û mafê we hatiye parastin na na. Helbet, eger hûn naxwazin ku wan bibînin, ti pêwîstiyek ji bo dîtina wan tune ye.

Şêwaza gilî kirinê

Eger hûn bixwazin li ser tevgera bi xwe re gilî bikin, dibe hûn bi rayedarê polîsekî re ku lêpirse yan meqamek bilindtir heye, bipeyivin. Paş serbest berdanê jî hûn dikarin bi serdana her yek ji binkeyên polîsî yan Nivsîngeha Serbixwe ya Kiryarên Polîsî (IOPC) gilîya xwe pêşkêş bikin yan piştrast bikin ku parêzer yan MP li ser navê we, gilî bike.